KCK’ê: Wê serfirazî bibe yên ku bi ruhê 1’ê Hezîranê li ber xwe didin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir berxwedana bi heybet a li Herêmên Parastinê yên Medyayê lûtkeya pêngava 1’ê Hezîranê ye û ev berxwedan planên dewleta Tirk ji niha ve xirakiriye.
KCK’ê bang li rewşenbîr, nivîskar û ciwanan kir ku bi rehekî fedaî bi erka xwe rabin û li dijî polîtîkayên qirkirinê ji civakê re pêşengtiyê bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê pêngava 1’ê Hezîranê ya ku yek ji dema girîng a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye, pîroz kir.

KCK’ê diyar kir ku bi pêngava 1’ê Hezîranê re tasfiyekarî tasfiye bûye û armanca hêzên komployê jî hatiye pûçkirin û got:

“Îro berxwedana bi heybet a ku li Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Xakurkê tê kirin, tê wateya lûtkeya pêngava 1’ê Hezîranê.

KCK: Berxwedana gerîla planên dewleta Tirk xera kiriye

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de balkişand li ser berxwedaniya li Zap, Avaşîn û Metinayê û got:

“Dewleta Tirk a qirker û mêtinger, dixwest di nava demeke kurt de berxwedana gerîla bişkîne, Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Lê berxwedana gerîla ya fedaî, planên dewleta Tirk a faşîst û qirker xera kir.”

KCK: Bêdengmayîn tê wateya şirîkatiya sûc

KCK’ê li ser bêdengiya NY’ê ya derbarê bikarîna çekên Kîmyewî li dijî gerîla û ev tişt got: ”Bêdengiya wan tê wateya hevkarê sûc.”

KCK: Divê rewşenbîr, nivîskar, hunermend û ciwan bi erka xwe rabin

KCK’ê li dijî polîtîkayên qirkirinê ev bang kir:

“Gelê Kurdistanê yê welatparêz di serî de divê hemû gel, dostên me û alîgirên demokrasiyê; taybet jî rewşenbîr, nivîskar û hunermend pêşengtiyê ji têkoşînê re bikin.”

Her wiha KCK’ê bang li hemû ciwan kir ku tevlî pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ya Koordînasyona Komalên Ciwan bibin, a ku li dijî dagirkerî û qirkirinê hatiye destpêkirin.

KCK’ê di dawî de berxwedêrên serî çiya silavkir û teqez kir ku wê di vî şerî de dewleta Tirk a mêtinger û qirker û şirîkên wan têk biçe, Wê serfirazî bibe ya kesên bi ruhê 1’ê Hezîranê li ber xwe didin; wê berxwedana gerîla û gel bi ser bikeve.

Back to top button