Dewleta Tirk bê navber êrişî herêmê dikin.
Vê sibehê jî berê topên xwe da gundên Şêrawa û Şehbayê.
Artêşa Tirk vê sibehê derdora gundê Um Hoş , Um Qura û Wehşiyê ê kantona Şehbayê topbaran kir.
Hemwextî wê, gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa jî hat topbarankirin.
Li gor agahiyan 8 guleyên obîsê li herêmê ketine.
Duh bi şev jî artêşa Tirk bi çekên giran gundê Mielek ê rojavayê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Ev demek li pey hev dewleta dagirker herêmê topbaran dike.
Hêzên garantor li herêmê jî li hember van êrişan bêdeng e .