Xazî Feysel: Daxuyaniyên li dijî PKK’ê ne helwesta YNK’ê ye

Fermandarê Pêşmerge Xazî Feysel da zanîn haya YNK’ê ji daxuyanî û senaryoyên ku PDK li ser navê hikûmeta Başûr li dijî PKK’ê dide, tune ye.

Fermandarê Pêşmerge Xazî Feysel yê YNK’î dibêje ”Biraderên PDK’ê gerîlayan wek ‘terorîstên PKK’ê’ bi nav dikin.

Ev yek şerme tu ji heval û birayê xwe re bêjî terorîst. Yên terorîstin diyarin kîne. PKK’ê ne terore.”

Xazî Feysel da zanîn, ”Daxuyaniyên ku li ser navê hikûmetê li dijî PKK’ê tên dayîn, ne helwesta YNK’ê ye.

Em di warê yasayî û desturî de şirîkê vê kabîneyê ne. Lê bi kirdarî tenê PDK hikûmetê bikartîne. Ez ji van gotinên xwe jî berpirsyarim.”

Back to top button