Li Babê destdirêjî li zarokek 12 salî hat kirin

Kuştin, destdirêjî û sûcên hovane li herêmên dagirkirî ranewestin. Li bajarê Babê yê Bakur Rojhilatê Helebê mêreke 40 salî destdirêjî li zarokek 12 salî kir.

Ji ber tevliheviya li herêmên dagirkerî sûcên li dijî sivîl, zarok û jinan zêde dibin.

Li gorî çavkaniyên ji Babê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, mêreke 40 salî destdirêjî li zarokek 12 salî kiriye.

Ev zarok ji bajarê Tedmurê ya Humisê koçberî Babê bûye.

Hat zanîn ku koçberên Tedmurê li pêş navendên çeteyên “Polîsên Leşkerî” li Babê xwepêşandan li dar xist û banga hesabpirsînê li sûcdaran kirin.

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine rewşa tevlihevî û ne-ramî heye.

Û rojane jî kirinên dijexlaqî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk li dijî jin, zarok û sivîlan tê kirin.

Back to top button