Li kampa Holê jineke din hat kuştin

Li Kampa Holê, bûyerên kuştin û êrişan her diçe zêde dibin.
Duh dîsa di hundirê kampê de jinek hat kuştin.

Li kampa Holê doh li beşê 2’an a penaberên Îraqê cenazeyê jinekê ku serê wê hatibû jêkirin hat dîtin.

Nehat zanîn bê ka ew jin kî ye.

Li ser agahîyan hêzên ewlekariya kampê çûn cihê buyerê û cenazeyê jina ku hatiye kuştin, girtin.

Kampa Holê ji kampên xeter yên cîhanê ne, têde bi hezaran ji malbatên DAIŞ’iyan têde dimînin.

Rêveberiya Xweser gelek caran banga avakirin dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê kiriye.

Lê heya niha ti kesî deng ji xwe ne aniye û ev dosya bê çareserş maye.

Back to top button