Di salvegera erdheja li Mereşê de hêrsa li dijî siyasetmedaran

Di salvegera erdhejê de li dijî desthilata Tirkiyê û partiyên siyasî hêrsekî zêde hebû.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, Serokê Giştî yê CHP’ê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Hatayê ên ku ji bo merasîman çûn Hatayê, rastî bertekên mezin hatin.
Girseyê banga “Hikumet îstîfa” kirin.
Hevseroka DEM Partî Hatimogullari jî li heman cihê bertek nîşanî xemsariya dewletê Tirkiyê d û got: Em ê li herêmên erdhejê jiyanê ji nûve ava bikin.

Li gel êş û bîrînên mexdûrên erdhêjê, di merasîmên bîranînê de li dijî desthilata Tirkiyê û partiyên siyasî hêrsekî zêde hebû.

Di salvegera 1. a erdhejê de li Hatayê, rêveber û parlementerên partiyên siyasî yên cuda û nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û yê Hatayê Lutfu Savaş beşdarî merasima bibîranînê ya li Koprubaşiyê bûn.

Xwepêşanderan banga “hikumet îstîfa” kirin

Di çalakiyê de hem Fahretîn Koca û hem jî Ozgur Ozel ku Savaş ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê careke din namzet nîşan dabû hatin protestokirin.

Xwepêşanderan bang li Lutfu Savaş kirin ku îstifa bike.

Welatiyan di dema axaftina Fahrettîn Kocade jî bertek nîşanî wî dan.

Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Hikumet îstîfa” û “Em heqê xwe helal nakin” gotin.

Hevseroka DEM Partî Tûlay ji bo mexdûrên erdhejê sersaxî xwest

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatimogullari jî di heman bîranînê de amade bû.

Tûlay Hatimogullari ji bo mexdûrên erdhejê sersaxî xwest û bertek nîşanî xemsariya dewletê Tirkiyê da.

Tûlay Hatimogullari: Salek derbas bûye, lê hê jî dewlet tune ye

Tulay Hatîmoûllari got:

“Salek derbas bûye, lê hê jî dewlet tune ye. Kesên ku hewl didin jiyana xwe bidomînin hê jî ji ber êşê diperpitin.

Duh Serokkomar bi gotina xwe, “Me bi zanebûnî alîkarî ji Hatayê re neşand.” xelkê Antakyaya kevnar bi mirinê re rû bi rû hat hiştin.

Em ê tu carî ji bîr nekin, em ê tu carî nedin jibîrkirin.”

“Em ê li herêmên erdhejê jiyanê ji nûve ava bikin”

Hatîmogûllari anî ziman ku ew ê li herêmên erdhejê jiyanê ji nû ve ava bikin û ev peyam da:

“Şahbanûya Rojhilatê Antakya çawa 7 caran xwe ji nû ve ava kiribe, em ê careke din jî bajarê xwe ji nûve ava bikin.

Her wiha têkildarî avakirina komîsyonek ji bo kesên windayên xwe digerin jî Tûlay Hatimogullari daxwaza wandengê desthilatê û hevkarên wê hat redkirin.

Lê belê Hevseroka DEM Partî Tûlay Hatimogullari anî ziman heta ku yên winda bên dîtin ew ê lêgerîna xwe bidomînin.

Di salvegera 1. a erdhejê de qûrbanî hatin bibîranîn

Back to top button