Şerê Îsraîl û Hemasê: 182 roj

Şerê Îsraîl û Hemasê di 182 rojan de jî dewam kir.
Li gor bîlançoya ku Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê parve kir hejmara kuştiyan gihişt 33 hezar û 91’an.
Her wiha di êrîşa hewayî ya ku balafirên şer ên Îsraîlê li ser bajarê Refahê ya li başûrê Şerîda Xezayê pêk anî de 3 jê zarok 8 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.
Li aliyê din baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam û baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî Quds Seriyye ragihandin ku wan li Şerîda Xezayê li dijî leşker û wesayîtên Îsraîlê êrîş pêk anîne.

Li Xezayê ku 182 roj in êrîşên Îsraîlê didomîne, windahiyên canî derket 33 hezar û 91’an.

Di êrîşên 24 saetên dawîn de li Xezayê 54 kes mirin û 82 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê Eşref el-Kudrayê derbarê êrîşên Îsraîlê yên 182 rojan ên li ser Xezayê de agahî parve kir.

El Kudra diyar kir ku di 24 saetên dawîn de ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazzeyê 54 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dan û 82 Filistînî jî birîndar bûn.

Bîlançoya dawî: 33 hezar û 91 kes mirin

Her wiha Eşref El-Kudra ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve kesên jiyana xwe ji dest dan derket 33 hezar û 91’an û destnîşan kir ku hejmara birîndaran derket 75 hezar û 750’î.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kudra tekez kir ku hê jî di bin xirbeyan û li kêleka rê de mirî hene.

Lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlî, tîmên tenduristiyê û berpirsên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Refahê de 8 Filîstinî hatin kuştin

Di êrîşa hewayî ya ku balafirên şer ên Îsraîlê li ser bajarê Refahê ya li başûrê Şerîda Xezayê pêk anî de 3 jê zarok 8 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê ku li ser çavkaniyên herêmî hat ragihandin, balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Refahê êrîşeke hewayî li ser du malan pêk anîn.

Di êrîşê de 3 jê zarok 8 kes mirin.

Her wiha di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî maleke li taxa El-Cenîn ya li rojhilatê bajarê Refahê de jinek jiyana xwe ji dest da.

Tugayên Qassamê li Xezayê hêzên Îsraîlê kirin armanc

Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam û baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî Quds Seriyye ragihandin ku wan li Şerîda Xezayê li dijî leşker û wesayîtên Îsraîlê êrîş pêk anîne.

Her du koman li ser hesabên xwe yên Telegramê daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniya Fermandariya Qudsê de hat diyarkirin ku balafireke bêmirov a Îsraîlê hat xistin.

Her wiha hat diyarkirin leşkerên Îsraîlê yên li avahiyeke li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezayê bi cih bûbûn bi moşekan hatin hedef girtin û di heman demê de tankek jî hat teqandin.

Hate ragihandin ku leşkerên Îsraîlî yên li derdora Nexweşxaneya Emel a Xan Yûnûsê û herêma El-Ereyşiyê û li herêma Şêx Aclin a li rojavayê bajarê Xezayê bi hawanan hatine xistin.

Li aliyê din di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bajarokê Netîvot û derdora wê ya li başûrê Îsraîlê, bajarên Aşkelon û Siderot û cihên li ser sînorê Xezayê bi roketan û bajaroka Kifar Aza jî bi havanan hatiye hedef girtin.

Tûgayên Qassam di daxuyaniya xwe de ragihand ku tankeke ji tîpa Merkava ya artêşa Îsraîlê li Dêra Belahê ya navenda Xezayê bi moşeka Yasîn-105 hatiye hedefgirtin.

Amerîka: Li Xezayê agirbest şert e

Back to top button