Yekîtiya Ewropayê Rêveberiya Xweser a li başûrê Yemenê red kir û diyar kir ku ev gav aloziya li Yemenê kûrtir dike.
Berdevkê nûnerê bilind yê ewlehî û siyaseta derve ya YE Peter Stano diyar kir ku ragihandina Rêveberiyeke Xweser li Yemenê lihevkirina Riyadê binpê dike û pêvajoya aştî û aramiyê li Yemenê dereng dixe.
Peter Stano bang li tevahiya aliyên lihevkirina Riyadê kir ku bi rêzgirtin nêzî lihevkirinê bibin.
Beriya YE, Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî, xweserî red kir.
Şemiya borî Meclisa Demkî ya Başûrê Yemenê Rêveberiya Xweser li herêmên xwe ragihandibû.
Hikumeta Yemenê ev gav bi gaveke ne rewa û binpêkirina lihevkirina Riyadê bi nav kiribû.