Li Sîstan-Belucistanê êrîş

Li Sîstan-Belucistanê li dijî baregeha Pasdarên Şoreşa Îranê û navenda polîsan êrîş pêk hatin.
Di vê êrîşê de 10 endamên hêzên ewlehiyê mirin.
Her wiha hat ragihandin 18 êrîşkar jî hatine kuştin.
Koma bi navê Ceyş el-Adl ango (Artêşa Edaletê) li ser hesabê xwe yê Telegramê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Di rapora berê de hatibû ragihandin ku 5 hêzên ewlekariya Îranê hatine kuştin.

Li gorî bîlançoya nû ya ku Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Macîd Mîrahmedî di televîzyona dewletê de eşkere kir, 10 endamên hêzên ewlekariyê mirin.

Mîrahmedî da zanîn ku şeva din êrîş li ser baregeheke pasdaran li Rask û navendeke polîsan li Cabehar, li nêzîkî sînorê Pakistanê, hatin kirin.

Wezaretê ragihand ku di encama pevçûnên demdirêj de 18 êrîşkar hatine kuştin.

Koma bi navê Ceyş el-Adl ango (Artêşa Edaletê) li ser hesabê xwe yê Telegramê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Di êrîşê de 10 endamên hêzên ewlehiyê mirin

Ev koma Sunnî, ku di sala 2012’an de hat damezrandin, di salên dawî de gelek êrîş pêk anîn.

Cîgirê Wezîrê Karê Hundirîn Macîd Mîrahmedî hişyarî da ku ji ber “rewşa xirab a hin birîndaran” di nava hêzên ewlehiyê de dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li gorî Mîrahmedî, endamên Ceyş el-Adl “plan dikirin ku baregehên leşkerî bi dest bixin”, lê di şer û pevçûnên bi hêzên ewlehiyê re “tu kes nefilîtî”.

Pakistanê êrîşa roja Pêncşemê şermezar kir û “xema xwe ya li hember zêdebûna kiryarên terorîstî” nîşan da.

Erdên Belûcî jî di navbera van her sê welatan de hatiye parvekirin.

Parçeya herî mezin li Pakistanê ye û ji sedî 44’ê xaka Pakistanê pêk tîne.

Her çend ew dewleta herî mezin e jî, wekî herêma herî kêm nifûs û xizan derdikeve pêş.

Di êrîşên beriya wê de jî meha Kanûnê li Raskê di êrişek li ser qereqoleke polîsan de 11 polîs hatibûn kuştin.

Back to top button