Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarê Minbicê didome
Şervanên hêzên Cebhe El Ekrad ê êrişa li ser gundê Buyihic ê têk bir
Nûçegihanê me yê herêmê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro derodora saet 5’ê sibê êrişê gundê El-Buyihic ku dikeve rojavayê bajarê Minbicê kir.
Lê rastî bersiva tund a şervanên cebhe El- ekrad hatin.
Di encama de êrişa çeteyan hate têkbirin.
Artêşa dagirker doh êvarê jî gundê Xirêbkê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ya dagirkirî û Balafirgeha Miniq a herêma Şehba bombebaran kir.
Têkildarî encamên bomberbaranê agahî nehatin bidestxistin.