Bûlgaristanê bi hinceta koçberiya zêde, derdora 350 leşkerên xwe şandin ser sînorê Tirkiyê.
Wezîrê Parastinê Georgi Panayotov diyar kir ku ji roja Duşemê û vir ve ji bo piştgiriya ‘polîsên sînor’ wan leşker jî şandine sînorê Tirk-Bûlgaristanê.
Panayotov ji dezgeheke ragihandinê re eşkere kir wan 350 leşkerî ber bi sînor ve şandine.
Li gorî Wezareta Karên Hundir ji meha Çileyê heta Îlonê piraniya wan ji Efganistanê zêdeyî 6 hezar û 500 koçber ji sînorê Bûlgaristanê derbas bûn.
Parlamenta Bûlgaristanê meha Tebaxê biryar dabû ku ji 400 heta 700 leşkerî bişîne sînorê Yewnanistan û Tirkiyeyê.
Bûlgaristan ku endamekî Yekîtiya Ewropayê ye ti carî hejmareke zêde ya penaberan qebûl nekiriye.
Piraniya penaberên serlêdanê dikin beriya ku li benda bersivê bimînin ji vî welatî derdikevin.