Mamosteyên Başûrê Kurdistanê ji ber nedana mûçeyên xwe ev 2 mehin di boykotê de ne.
Mamostayan li ser bêdengiya PDK’ê ya beramberî mafên rewa yên mamostayan gotin:
“PDK’ê tu qîmet û girîngî ji perwerdeyê re nehiştiye.”
Mamostayan diyar kir ku pirsgirêka hemû mamostayan di warê mûçeyan heman pirsgirêke û gotin:
“Xwepêşandan û nerazîbûnên mamostayan li parêzgeha Silêmaniyê hene, li Hewlêr û Duhokê nîne.
Ji ber ku PDK nahêle mamoste û karmendên din daxwaza mafên xwe bikin
Başûrê Kurdistanê tu girîngî ji perwerdeyê re nehiştiye û naxwaze pirsgirêka mamosteyan çareser bike.”
Li başûr mamoste mûçeyên xwe nagrin..xwendekar berdêla wî didin