“PDK’ê bi girtina rojnamevanan qanûnên xwe jî binpê dike”

Ev 18 roje agahî ji Rojnamevanê ajansa Rojnews Silêman Ehmed yê ku ji aliyê hêzên PDK ve hatiye revandin agahî nayê girtin.
Di derbarê mijarê de Rojnamevanê ji başûrê kurdistanê Kawêz Mela Perwêz diyar kir ku girtina rojnamevanan bi tometa ‘PKK’, ji bo PDK’ê şermek mezine.

Rojnamevan Kawêz Mela Perwêz di destpêka axaftina xwe de behsa azadiya rojnamevanên Herêmê kir û wiha axivî:

“Rêya tirsandina gel yek ji rêyên herî xirab ên desthilatê ye.

Gelek xeternake ku karmendek nekare ramanên xwe bi serbestî bîne ziman.”

Kawêz Mela Perwêz bal kişand ser nêzîkatiyên PDK’ê li gel Silêman Ehmed û revandina wî û wiha domand:

“Pêwîste di çarçoveya yasayên Başûrê Kurdistanê û destûra Iraqê de mirov azad be.

Ev feraset ji bo desthilatdariyê xeternak e, dihêle ku mirov gumanê li her girtinê dike.”

“Girtina rojnamevanek bi tometa PKK’yî ji bo PDK’ê şermeke mezin e”

Kawêz Mela Perwêz her wiha derbarê tometa Asayîşa PDK’ê li ser Rojnamevan Silêman Ehmed ferzkirî de jî axivî û got:

“Girtina xelkê bi tometa PKK’yî bûnê, şermek mezin ji PDK’ê re.

Divê êdî qonaxa şerê navxweyî derbas bike.”

Tevgera Azadî: Girtina Silêman Ehmed karekî terorane ye

Back to top button