Li Dêrazorê Rûsya û Îran petrolê li hev parve dikin

Rûsya û Îran li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, petrolê li hev parve dikin.
Rûsya zeviyên El-Teym û El-Werd û Îran jî zeviyên El-Hesyan û El-Hemar ên li Dêrazorê kontrol dike.

Hêzên Rûsyayê zeviyên petrolê yên El-Teym û El-Werd ên li Dêrazorê radestî şîrketa Arvada kir ku hikumeta Şamê sala borî derfet dayê ku 2 kargehên parzûnkirinê yên El-Resafe û El-Sahil ava bike.

Li gorî çavkaniyên li Dêrazorê, efserên Rûsyayê bi bazirganê sûrî Husam El-Qatircî û alîkarê wî Hisên El-Satim El-Sultan re civiyaye.

Di wê civînê de Husam El-Qatircî xwediyê şîrketa Arvada peymana bikaranîna bîrên petrolê yên El-Teym û El-Werd bi hêzên Rûyayê re heta 5 salan, îmze kir.

Şîrketa Arvada ya Husam El-Qatircî, Mihemed Bera Qatircî û Ehmed Beşîr Qatircî sala 2018`an li Şamê hatiye avakirin.

Arvada şîrketa yekemîn e ku ruxsetê ji serokomariya Sûriyê digire ku li gorî 2 parzûngehên petrolê sala borî bi hevkariya Wezareta Petrolê ya hikumeta Şamê ava kir.

Wezareta Petrolê bi rêjeya ji sedî 15, şîrketa Salizarshipping a Lubnanê bi rêjeya ji sedî 5 û şîrketa Arvada bi rêjeya ji sedî 80 di vê kargehê de şirîk in.

Li aliyê din her du zeviyên petrolê yên El-Hesyan û El-Hemar ên li gundewarên El Bûkemalê di bin kontrola Pasdarên Îranê de man ku bi behanaya îmzekirina peymanên bikaranînê bi hikumeta Şamê re heta 10 salan, qebûl nekir wan zeviyan radestî Rûsyayê bike.

Ji havîna 2020’an ve ji dema derxistina DAIŞ`ê di 2017`an de ji herêmê, hêzên Rûsyayê dest daniye ser zeviyên El-Teym û El-Werd ên li Dêrazorê.

Komên alîgirên Îranê jî zeviyên El-Hesyan û El-Hemar kontrol dikin.

Li gorî daneyên hikumeta Şamê zeviyên El-Taym rojane 2 hezar û 500 bermîl petrol derdixe.

Hilberîna zeviyên Dêrazorê jî yên di bin kontrola hikumeta Şamê û hevalbendên wê de rojane 4 hezar û 600 bermîl e.

Back to top button