Rêjîma Tirkiyê bi hincetên cuda qedexekirina çalakiyan didomîne

Rêjîma dewleta Tirk rewşa awarte li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda didomîne.
Her dawî li Colemêrgê qedexeyên çalakiyan 15 rojan hat dirêjkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî diyar kir ku bi hevgirtinê wê dawiya rêveberiya Zilmê bê anîn.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk qedexeyên ser çalakiyan dirêj dike.

Rejîma Tirk li Colemêrgê qedexeyên li ser çalakiyan 15 rojan dirêj kir.

Di 26’ê Sibatê de li Rihayê heta mehekê çalakî hatibûn qedexekirin, di 21’ê Sibatê de jî li Mêrdînê qedexe 15 rojan hatibû dirêjkirin.

Li Wanê jî di 2’ê Sibatê de biryara dirêjkirina qedexeyan hatibû dayîn.

Li Dêrsimê jî bi qasî heşt mehan e ku çalakî hatine qedexekirin.

Li gorî rapora binpêkirinên mafên mirovan a ku Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan amade kiribû sala borî li 4 bajaran û li 13 navçeyên van bajaran herî kêm 10 caran ‘herêmên ewlekariya taybet’ hatibû ragihandin.

Li 96 gundên 8 navçeyan jî bi giştî 13 caran qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Li Stenbolê çalakiya jinên HDP’ê hat astengkirin

Ne tenê li bajarên Kurdan, li Stenbolê jî çalakî tên qedexekirin.

Meclisa Jinê ya Stenbolê ya HDP’ê di çarçoveya kampanyaya “Destpêkê edalet” de xwest li qada Cûmhûriyetê ya navçeya Bakirkoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Polîsan dor li jinan girtin ku Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî di nav de bûn.

Jinan gotin ku 8’ê Adarê ew ê tevî hezaran kesî dakevin qadan.

Mîthat Sancar: Em bibin yek wê dawî li rêveberiya zilmê were

Her wiha Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di çarçoveya kampanyaya “Destpêkê edalet” ya partiya xwe de bi oldarên Misilman re civiya.

Mîthat Sancar destnîşan kir ku heta ku edalet pêk neyê, başî jî pêk nayê.

Sancar diyar kir feraseta wan çareserkirina pirsgirêkan e û got, “Heke em li dora edaletê bicivin, ew ê dawiya vê rêveberiya zilmê jî were.”

Back to top button