Li Girkê Legê 225 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê bi merasîmekê, 225 şehîdên ku di demên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê bi amadebûna malbatên şehîdan hat li darxistin.

Di bîranînê de sînevizyoneke ji nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola şehîdan hate pêşandan.

Di bîranînê de Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso wiha axivî û destnîşan kir ku şehîd ji bo avakirina welatan û parastina gelan canê xwe feda dikin .

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Back to top button