Serokwezîrê iraqê xwest hêzên koalîsyonê ji welêt derkevin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî diyar kir ku ew dixwazin hêzên koalîsyonê ku bi pêşengiya Amerîkayê ve li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin bi lez û bez ji axa Iraqê vekişin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa Reutersê de behsa hebûna hêzên koalîsyonê ya li Iraqê kir.

Şiya El-Sûdanî diyar kir ku ew dixwazin hêzên koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê bi lez û bez ji Iraqê derkevin,

Sûdanî anî ziman ew dixwazin derketina van hêzan ji xaka Iraqê bi “danûstendinê” pêk were.

Serokwezîrê Iraqê Sudani destnîşan kir ku hebûna hêzên koalîsyonê li Iraqê ji ber bandora şerê Xezayê li heremê wê aramîya welêt xera bike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî di daxuyaniya xwe ya 5’ê Çile de wiha gotibû:

“Em weke hikûmet di pêvajoya destpêkirina komîsyona dualî de ne ku bi temamî hebûna hêzên koalîsyonê bi dawî bikin.

Ji bo parastina serweriya Iraqê ti tişt nayê paşguhkirin.

Parlamentoya Iraqê di 5’ê Çileya 2020’an de biryara derxistina hemû hêzên biyanî ji welêt dabû.

Back to top button