Li peravên Yewnanîstanê keştiyek binav bû

Li peravên girava Sakizê ya Yewnanistanê keştiyek ku koçber tê de bûn binav bû.
Hate ragihandin ku di bûyerê de 3 zarokên keç jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî ewlekariya peravê, piştî ku keştiyeke koçber tê de bûn noqî binê avê bû, li peravê bi teht ê li bakur-rojavayê girava Sakizê ya li Derya Egeyê cenazeyên 3 zarokên keç hatine dîtin.

Hate ragihandin ku zarokên jiyana xwe ji dest dan, 5, 7 û 10 salî bûn.

Ji bo dîtina kesên din ên winda bûne lêgerîn dewam dike.

Ewlekariya peravî heta niha 19 kes rizgar kiriye ku 8 ji wan zarok in.

Di bûyerê de 3 zarokên keç mirin

Yek ji kesên hatin rizgarkirin dayika her sê zarokên keç e ku jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî qenala televîzyonê ya dewletê ya Yewnan Ert piraniya wan penaberên Efgan 27 kes di keştiyê de bûn.

Lê belê li gorî ewlekariya peravê, hejmara koçberên di keştiyê de hîn nediyar e ku ji peravên Tirkiyê bi rê ketibû.

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan, ji destpêka sala 2024’an û vir ve 11 hezar û 300 koçberan xwe gihandin giravên Yewnanistanê.

Back to top button