Li Îtalyayê santrala hîdroelektirîkê teqîn pêk hat

Hat ragihandin ku li Îtalyayê di santrala hîdroelektrîkê de teqîn pêk hat de herî kêm 4 kes mirin û 5 kes jî winda bûn.

Rayedarekî ji eyaleta Bologna ya li navenda Îtalyayê derbarê teqînê de daxuyanî da.

Rayedar anî ziman ku di bûyera ku li santrala Bargi de pêk hat de 3 kes birîndar bûn.

Dîmenên agirkujan nîşan didin ku dûman ji santrala elektrîkê ya li kêleka avê bilind dibe, cihê ku agirkuj li dû teqîna piştî nîvro li qurbaniyan digerin.

Di teqînê de herî kêm 4 kes mirin

Marco Masinara, şaredarê bajarokê Camugnano yê nêzîk, teqîn wekî “qezayek kar a tirsnak” ku bandor li “tevahiya civakê” kir nirxand.

Marco Masînara got:

“Xuya ye ku qatek zemînê hilweşiya û rizgarkirin zehmet bû ji ber ku gelek av ket qata jêrzemînê”

Şefê agirkujê yê Bologna Calogero Turturici ( kalogero turturikî) ji televîzyona herêmî re diyar kir ku herî kêm kesek bi giranî birîndar bû.

Serokwezîr Giorgia Meloni (corciya melonî) di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da wiha got:

“Em nûçeyên tirsnak ên derbarê teqînê de bi fikar dişopînin.”

Back to top button