Amerîkayê çekên Îranê ku ji bo Husiyên li Yemenê dihat şandin desteser kiribû.
CENTCOM’ê ragihand ku ev çekên desteserkirî ji bo Ukraynayê bên şandin.
Li aliyê din jî hat ragihandin ku danûstandinên agirbestê yên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de dibe ku di meha Hezîranê de bên kirin.
Rayedaran diyar kirin ku bi giştî 80 heta 100 welat dikarin beşdarî hevdîtinên ku dê li Lûzern bên kirin bibin.
Salên borî Îranê ji bo Husiyên li Yemenê çek û cebilxane şandibû.
Lê artêşa Amerîkayê ev çek û cebilxane desteser kirin.
CENTCOM’ê derbarê cebilxaneyên desteserkirî daxuyanî da û diyar kir ku di nav çar keştiyan de cebilxane hatiye desteserkirin.
Di daxuyanî de hat ragihandin ku ev cebilxane ji bo Ukraynayê hatiye şandin û hat gotin:
“Zêdetirî 5 hezar çekên otomatîk, çekên sekvaniyê, tanksavar ji Ukraynayê re hatiye şandin.
Ev çekan têra Tugayekî dike û dê ji Ukraynayê re alîkar bibe da ku karibe xwe li hemberî êrîşan biparêze.”
Amerîkayê şerê Ukrayna û Rûsyayê ku di Sibata 2022’yan de destpê kir heya niha piştgiriyê dide Kievê.
Lêbelê, Komarparêzên li Kongreya Amerîkayê ji sala borî ve pakêta alîkariyê ya 60 mîlyar dolarî ku hatî plansaz kirin ku ji hêla hukûmeta Joe Biden ve ji Ukraynayê re were şandin, asteng dikin.
Meha borî Washingtonê ragihandibû ku “pakêta alîkariya lezgîn” ku tê de 300 milyon dolar alavên leşkerî tê de ye, dê ji Ukraynayê re were şandin û dibe ku ev pakêt ji aliyê bûdceya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (PENTAGON) ve were girtin.
Hevdîtinên aştiyê yên Rûsya û Ukraynayê eşkere dibe
Hat ragihandin ku muzakereyên agirbestê yên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de dibe ku di meha Hezîranê de bên kirin.
Rayedarên ku xwestin nasnameya wan veşartî bimîne diyar kirin ku muzakereyên tê plankirin bi navbeynkariya Swîsreyê wê di navbera 16-17’ê Hezîranê de bên kirin.
Rayedaran diyar kirin ku bi giştî 80 heta 100 welat dikarin beşdarî hevdîtinên ku dê li Lûzern bên kirin bibin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ev agahî parve kir:
“Ji bilî perspektîfên Ukrayna, Rûsya û Ewropayê, girîng e ku guh bidin Başûrê Cîhanê jî, ku dê rolek sereke di tevlîbûna Rûsyayê de bilîze.
Ji ber vê yekê em bi Çîn, Hindistan, Brezîlya, Afrîkaya Başûr û Erebîstana Siûdî re di nava têkiliyê de ne.”
Tê payîn di meha Hazîranê de danûstandinan bên kirin
Çavkaniyan destnîşan kirin ku hîn biryar nehatiye dayîn ku Rûsya û Çîn beşdarî vê lûtkeyê bibin yan na.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Çîn ji ber bandora xwe ya li ser Rûsyayê ji aliyê Ûkraynayê ve weke aktorekî girîng tê dîtin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski di daxuyaniya xwe ya de diyar kir ku ew ê bi Seroka Swîsreyê Viola Amherd re dîroka konferansê diyar bikin.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe ya meha borî de gotibû, pêvajoyeke muzakereyê ku rêveberiya Kremlînê tê de nebe dê bêwate be.
Rêveberiya Pekînê jî diyar kiribû ku heta Moskow beşdarî hevdîtinan nebe ew ê beşdarî danûstandinan nebin.
Li aliyê din rêveberiya Bernê di daxuyaniya xwe ya meha Sibatê de gotibû dibe ku Rûsya beşdarî qonaxa yekem a danûstandinan nebe.



