Bi boneya cejna Remezanê şandeyên Rêveberiya Xwser a û saziyên girêdayî wê jî serdana malbatên şehîdan û saziyên ku di rojên cejnê de jî li ser kar in kir.
Di serdanan de şandeyên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, desteyên sivîl, leşkerî, partî û rûspiyên êlan hebûn.
Şandeyan serdana malbatên şehîdan, saziyên li ser kar xwe û bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin û cejn li wan pîroz kir.
Di serdanan de şandeyan destnîşan kir ku bi saya fedakariyên şehîdan û yekîtiya pêkhateyên herêmê, ewlehî û aramî li herêmê peyda bûye.