Şêniyên Herêmê: Derî li pêşiya rewşên mirovî nayên girtin

PDK bi girtina deriyê Pêş Xabûr nahêle alikariyên Mirovî derbasî herêmê bibe.
Şêniyên Qamişlo jî vê yekê şermezar kirin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Elî diyar kir ku rêveberiya deriyê Pêş Xabûr nahêle alîkarî ku xêrxwazên başûr û yên ewropayê ji bo mexdurên erdhejê komkiribûn derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe.

Welatiyê bi navê Mehmûd El Hisên ê ji pêkhateya Ereb bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û got:

“Deriyê sînor li pêşiya derbaskirina alîkariyan veke.

Ji van siyasetên dijminane dûr kevin.”

Welatiyê bi navê Ridwan Reşîd Xelef jî anî ziman ku nabe derî li pêşiya rewşên mirovî bên girtin, vekirina derî dê bandorên erdhejê li ser herêmên wêranbûyî sivik bikin.

Koçbera ji Efrînê ku li Qamişlo dimîne Fehîme Mûsa kiryarên PDK`ê şermezar kirin û bang kir ku li şûna qetilkirina mirovan hemû deriyên sînor vekin.

Welatiyê bi navê Ebduselam Ebdurehman jî girtina deriyê Pêş Xabûr ji aliyê PDK`ê ve bi sûcekî li dijî xelkê herêmê bi giştî bi nav kir û diyar kir ku ev kiryar bi hezaran hewcedaran ji wan alîkariyan bê par dihêle.

Back to top button