Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şehîd Cûdî Amanos ku şervanê YPG`ê bû, bi merasîmeke girseyî oxirkirin.
şehîd Cûdî Amanos di 12`ê Tîrmehê de di encama qezeyekê de şehîd bûbû.
Di merasîmê de yek ji fermandarên YPG’ê a Helebê Şervan Efrîn axivî û got: “Em soz didin şehîd Cûdî Amanos û hevalên wî ku emê şopdarên rêya wan bin heta civakeke demokratîk, azad û pirreng ava bibe.”
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih jî got:
Bi mezinkirina têkoşînê re, dê xewn û xeyalên şehîdan pêk werin ku di oxira parastina welat de canê xwe fedakirine.”
Di dawiyê de wîsîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.