Parlementera Swêdî: Êrişa Tirkiyê wê DAIŞê careke din zindî bike

Parlementera Swêdî Emîe Kakabawe têkildarî gef û êrişên Tirkiyê li ser bakur û rojhilatê Sûriyê axivî û diyar kir ku êrişa Tirkiyê wê Daiş’ê careke din li herêmê zindî bike.

Parlementera Sêwêdî Emîne Kakabawe da zanîn ku jinûve zindîkirina Daiş’ê li bakur û rojhilatê Sûriyê mîna êrişa li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye.

Dijminahiya Tirkiyê ji Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê re, rê dide ku careke din Daiş li herêmê çalak bibe û wiha axaftina xwe dewam kir;

Tirkiyê hewl dide daxwaza endamtiya Swêd û Finlandayê ya tevlîbûna Natoyê bi derbaskirina QSD’ê ji lîsteya terorê re girê dide.

Tirkiyê bi taybet dixwaze Ewropa QSD’ê weke terorîst bibîne û wiha dewam kir;

Ez bawer nakim ku daxwaza Tirkiyê bi cî were. Ji ber ku Amerîka bi xwe destekê dide QSD’ê û wê hişt ku Swêd û finlandayê berê xwe bidin NATO’yê.

Derdê Tirkiyê ew e ku di her fersendekê de êrişî kurdan bike.

Back to top button