Kongra Tevgera Azadî bi gelek biryar û pêşniyarên girîng bi dawî bû

Kongreya 3. a Tevgera Azadî bi girtina gelek biryarên girîng bi encamnameykê bi dawî bû.

Ji hin biryarên di kongreyê de derketin pêş evin:

  • Avakirina akademiyên perwerdeyî û zêdekirina perwerdeyê.
  • Xurtkirina komînên gund û taxan.
  • Pêşxistina aboriya komîn li ser esasê konfederalîzma demokratîk.
  • Hewldanên ji bo lidarxistina kongreya netewî .
  • Ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera hemû ol, bawerî û pêkhateyên li herêmê, avakirina desteyek taybet bi ol û baweriyan.
  • Zêdetir girîngî dayîna xwezayê.
  • Pêşxistina xebat û projeyên ji bo tenduristiyê.
  • Lidarxistina konferansek li ser qurbaniyên şer û şehîdan.
Back to top button