Îfadegirtina 21 kesên li Qersê hatibûn binçavkirin, despê kir

Hevşaredara Qersê Şevin Alaca û Cengiz Anli jî di navde îfadeya 21 kesên li Midûriyeta Polîsan a Qersê di bin çavan de tên girtin, dest pê kir.

Hevşaredara Qersê Şevin Alaca, Hevserokê HDP’ê yê Qersê Cengiz Anli û endamên meclisa şaredariyê jî di navde 21 kes di 1’ê Cotmehê de li Qersê hatibûn binçav kirin.

Piştî binçavkirina 3 rojan îfadegirtina 21 kesan a li Midûriyeta Polîsan a Qersê dest pê kir.

21 kesên bi îdeaya “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin, tê payîn ku sibê wan sewqî dozgeriyê bikin.

Doh jî dozgeriya faşîzma AKP’ê, hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen yê qeyûm tayînî cihê wî hatî kirin jî di nav de 17 kes girtin.

Back to top button