Li Rûsya di xwepêşandanên li dijî şer de 4,600 kes hatin binçavkirin

Li cîhanê dijberên şer careke din li qadanin. Li parzemîna Asya, Ewropa û Awistralya bi dehezaran kes li qadan bûn. Li dijî tavahî zextên rêveberiya Rûsya, li 65 bajarên welat xwepêşandan pêk hatin. Di van xwepêşandan de polîsan êrişî xwepêşandêran kirin û bêtirî 4 hezar û 600 binçav kirin. Li Ewropa û Awistrala jî piştevanên Ûkrayna di nava çalakiyan de bûn.

Li cîhanê dijberên şer li her der ji bo dawî li êrişa Rûsya ya li ser Ûkrayna were anîn xwepêşandan pêk tînin.

Yek ji navendên herî zêde hewildana xwepêşandanan lê tê kirin Rûsya ye.

Tevî hemû astengî û cezayên rêveberiya welat, lê xwepêşandan pêk tên.

Doh li Rûsya dijberên şer li 65 bajaran daketin qadan.

Polîsan bi tundî êrişî xwepêşandêran kirin.

Lê dijberên şer ji ya xwe daneketin.

Di dawiyê de bêtirî 4 hezar û 600 xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Li Moskow maşîneya ku kesên binçavkir li nav bû, qeza kir.

Di dencamê de 9 xwepêşandêr birîndar bûn.

Li Ewropa û Awistrala ji bo Ûkrayna çalakî pêk hatin

Ev der paytexta Fransa Parîs e.

Bi hezaran dijberên şer yên kom bûyîn bi hildana ala Ûkrayna piştevaniya xwe ya ji bo Kîevê nîşan dan.

Li Îtalya jî heman dimen hebû.

Li patext Roma ji rêxistin û partiyên siyasî di nav de, bi hezaran kes kom bûn.

Di xwepêşandana li dijî êrişên Rûsya ser Ûkrayna hate lidarxistin de, ji Moskow daxwaza rawestandina şer hate kirin.

Belçîkî jî li dijî êrişa Rûsya bihêrs bûn.

Li paytext Brukselê êrişên Rûsya hate şermezarkirin.

Di meşa hate lidarxistin de li dijî Moskow bertekên tund hebû.

Navnîşanek din ya xwepêşandanan Brîtanya ye.

Bi rojane li paytexta Ingilîstan Londonê, çalakî têne lidarxistin.

Doh careke din bi hezaran kes ji bo piştevaniya Kîevê daketin qadan.

Li bajarê Melbourne yê Awistralya jî komekî bi hildana ala Ûkrayna xwestin balê bikişînin ser rewşa li Kîevê.

Back to top button