Qonaxa 3. a operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” li kampa Holê didome

Qonaxa 3. Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê di roja xwe ya 6 mîn de didome
Hêzên Asayişê piştî ku xebatên lêgerînê di beşa 5’an a kampa Holê de bi dawî kirin, gihaştin beşên 4 û 7’an ên kampê.
Rûspiyên Holê piştgiriya xwe ji ‘Operasyona Mırovî û Ewlehiyê’ nîşan da.

Ev 7 roje li kampa Holê Qonaxa 3. Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê berdewame.

Hêzên Asayişê bi piştgiriya QSD’ê û YPJ’ê xebatên lêgerînê di kampê de didomînin.

Piştî ku xebatên xwe di beşa 5’an de bi dawî kirin, dest bi xebatên lêgerînê di beşên 4 û 7’an de kir.

Di beşa 4’an de, sûrî û di beşa 7’an de jî Îraqî hene.

Kampa Holê-Hêzên Asayişê derbasî beşên 4 û 7’an bûn

Di hefteya yekemîn a operasyonê de gelek çek, cebilxane, mayin, bombe hatin desteserkirin û tunel û stargehên şaneyên DAIŞ`ê hatin dîtin.

Her wiha şaneyek û gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Hêzên Asayişê dema gihaştin beşên 4 û 7’an bi hoparloran bang li niştecihan kir ku berê xwe bidin navendên qeydkirina belgeyan û dûre dest bi xebatên lêgerînê kir.

Operasyon heta paqijkirina kampê wê berdewam be..

Fermandar Kanî Ehmed: Li kampa Holê gelek çek û şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin

Back to top button