Li Efrîna dagirkirî dewleta Tirk a dagir ker jin û keça wê revandin

Efrîn ji 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye sûcên revandin, destdirêjî û talankirina mal û milkan û qirkirina xwezayê lê dewam dikin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî jin û keça wê revandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Çileyê de dayikekek û keça wê revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku jina hatiye revandin navê wê Nadiya ye û keça wê Şeza, ji bajarê Dûma yê gundewarên Şamê ne.

Dema ku Nadiye tevî keça xwe ji Şamê çûne Efrînê û li benda kontrolê ya Kefer Cena ya li ser rêya Efrîn û Ezazê hatine revandin.

Her wiha diyar kirin ku çeteyan ji bo serbestberdana dayik û keça wê 10 hezar dolar xwestiye.

31’ê Çileyê çeteyên koma “Sultan Murad” welatiyê bi navê Silêman Berekat Eqîl (36) li taxa Zeydiye ya bajarê Efrînê revandibû û bir cihekî nediyar.

Ji despêka salê ve li Efrînê 35 kes hatine revandin

Back to top button