Ji despêka salê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirîne, 35 kes, revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan navên 32 kesên ku di meha Çileyê de hatine revandin eşkere kirin.
Ew kes ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li kantona Efrînê hatine revandin.
Navendê nav û dîroka kesên hatine revandin bi awayekî belgekirî parve kir.
Ev daneyên navbera di 1 heta 24’ê Çileyê de, ne.
Li gor heman navendê ji despêka êrişa dagirkeriya dewleta Tirk ve 9 hezar û 240 kes hatin revandin.
Ji wan derdora 7 hezarn bi dayîna fidiyeyan hatin berdan.
Her wekî 182 kes jî di bin êşkenceyê de hatine kuştin.
Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku 3 welatiyên din hatine revandin.
Bi van daneyan re jimara kesên di nava mehê de hatine girtin û binçavkirin derket 35’an.
Di Adara 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî êrîşeke hewayî û bejayî ya berfireh û piştî berxwedana 58 rojan a şêniyên Efrînê, kantona Efrînê dagir kir.