Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê: Gelo gotina Nîçrvan Barazanî ji bo xizmeta kê ye?

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê der barê yekitiya kurdî û daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ya “qutkirina Kurdên Rojava ji Qendîlê” daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan hat dayîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Ronahî Hecî daxuyanî xwend.

Ronahî Hecî diyar kir ku ji bo xeyalên şehîdan pêk were, divê li her çar beşên Kurdistanê kar û xebat bê kirin.

Ronahî Hecî anî ziman ku ti kes nikare gelê Kurd ji hev qut bike, ji ber ev gel bi hev re û li hemû deverên Kurdistanê bi xwîna zarokên Kurdistanê bûne yek.

Ti wate ji gotina Nîçrvan Barazanî re ye ku dibêje ”pêwîst e Kurdên Rojava xwe ji Qendîlê qut bikin” tuneye.

Back to top button