Ji ber Aşûta li Miksê ya Wanê 41 kes mirine

Beriya 2 rojan li navçeya Miksê ya Wanê ji ber berfa zêde aşûtek çêbûbû.

Heta niha kesên di bin aşûtê de mayîn û jiyana xwe ji dest dayîn gihiştiye 41 kesî.

Çavkaniyên herîmî jî dibêjin, jimara miriyan zêdetire.

Kongra Civaka Demokratîk KCD’ê jî bo kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dane 2 roj şîn ragihand.

Ji ber barîna berfa zêde li bakurê kurdistanê metirsiya çêbûna aşûtê zêde bûye.

Beriya 2 rojan li ser rêya navçeya Miksê ya Wanê aşûtek çêbû.

Piştî wê careke din aşût çêbû û jimara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde kir.

Di felaketa aşûtê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan heta niha gihîşt 41’an.

Zêdeyî 100 kesên ku di bin aşûtê de mayîn jî hatin derxistin.

Ji ber hîna di bin aşûtê de kes mane, xebatên derxistina wan dewam dikin.

Herî dawî serê sibê cenazeyê kesek û piştî nîvor jî cenazeyê 2 kesan hat dîtin.

Heta niha derbarê hejmara çend kes di bin aşûtê de ne agahiyek zelal nehat bidestxistin.

BERFA ZÊDE AŞÛT BI XWERE ANÎ
ÇAPEMENIYA TIRKIYÊ: ŞÊWIRMENDA ERDOGAN BÛYE SEDEM

Li aliyê din Nûnerê HaberTurk ê Enqerê Bulent Aydemîr anî ziman ku karesata aşûtê ji ber serşêwirmenda Serokkomar û Parlementera Berê ya AKP’ê Gulşen Orhan ve pêk hatiye.

Aydemîr destnîşan kir ku beriya karesata aşûtê ya despêkê Orhan hişyarî li ber çav negirtine û maşînên kar ji bo rêvekirinê dane xebitandin û maşîn bûne sedemê aşût pêk bê.

BERFA ZÊDE AŞÛT BI XWERE ANÎ
KCD’Ê JI BO MIRIYÊN AŞÛTA LI WANÊ 2 ROJAN ŞÎN RAGIHAND

Her wiha Kongreya Civakî ya Demokratîk KCD’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî cangoriyên aşûta Wanê bi bîr anî, ji bo du rojan şîn îlan kir.

KCD’ê ji bo alîkariyê jî banga hevgirtinê kir.

BERFA ZÊDE AŞÛT BI XWERE ANÎ
“SÎSTEMA DEWLETÊ BÛYE SEDEMÊ KARESATÊ”

Platforma Şaxa Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK),

Desteya Komîsyona Bajarê Wanê ya Yekîtiya Odeyên Endazyar û Mîmaran (TMMOB),

Odeya Taîbîb a Wan-Colemêrg û Baroya Wanê yên têkildarî karesata aşûtê daxuyaniyek dan û gotin:

Sedemê aştûtê neşarezayîtiya di nava dewletê û li gel torpîl û şandina kesan a herêmê ye.

Her wiha karesata roja 2. a aşûtê jî ji ber yên ku xwestin mijarê bikin şova siyasî, çêbûye.

Back to top button