Li kampa Holê jinên DAIŞ’î konê jineke Ozbakistanî şewitandin

Li kampa Holê, komek jinên DAIŞ’î çadireke jineke Ozbakistanî şewitandin.

Metirsiya Kampa Holê her roja ku derbas dibe hîn zêdetir xwe dide hîskirin.

Jinên DAIŞ’î hewl didin fikirê DAIŞ’ê yê tundraw li ser koçberên di kampê de ferz bikin.

Îro di beşê girêdayî jinên DAIŞ’ê yê kampê de, hejmarek jinên DAIŞ’î çadira jina bi navê Um Kelsûm Mihemed şewitandin.

Um Kelsûm Mihemed bi eslê xwe ji Ozbakistanê ye.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Di kampê de zêdeyî 40 hezar hevjîn û zarokên DAIŞ’iyan hene.

Bi werza zivistanê re heta niha bi dehan bûyerên bi vî awayî li kampê rûdan.

Back to top button