Hulusî Akar: Di dema guncav de emê gavên pêwîst bavêji

Dewleta Tirk di van rojên dawî de dîsa bi hêcetên cuda, gefên êrişê li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê dixwe.
Piştî Erdogan û çavuşoglu, Wezîrê Parastinê Hulusî Akar jî gef xwar û got. ”Di dema guncav de emê gavên pêwîst bavêjin.”

Piştî serokê rejîma faşîst ya dewleta Tirk Erdogan û wezîrê karên derve Mewlûd Çawûşgolû vê carê jî Wezîrê Parastinê, Hulusî akar jî li ser êrişeke îhtîmal a li dijî herême de axivî.

Akar dîyarkir ku ji bo êrişê çi pêwîste be, wextê dema wî hat ewê yekser bi cîh bînin.’

Akar bê ku navê Emerîka û Rusya yê bide îşaret bi wan kir û got. ”Eger hûn nikarin tişteki bikin, wê demê emê bikin. Emê rê nedin ku korîdorek terorê çêbibe.”

Hêjayî bi bîr xistinê ye hemû komên çete yên ku di lîsteyên terorê yên navnetewî de cîh digrin, di bin sîwana Dewleta Tirk de li herêmên dagirkirî ne.

Back to top button