Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi rûspî û şêxeşîrên êlan re civiya

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi rûspî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Herêma Cizîrê re li bajarê Til Temirê civiya.

Li ser vexwendina Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û bi hevrêziya bi hêzên QSD’ê re, îro li navenda navçeya Til Temirê civînek bi rûspî û şexeîşrên kurd û ereb, nûnerên partiyên siyasî û saiyên sivîl re hate lidarxisitn.

Civîn bi taybet piştî bûyerên êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Xiwêranê û hewldanên hêzên herêmên yên derxistina tevlihevî li herêmê hate lidarxistin.

Di civînê de hevserokê Mclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis axivî û rewşa siyasî û leşkerî nirxand.

Talet Yûnis bal kişand li ser xebatên xizmetguzarî li herêmê û astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser.

Di civînê kesên beşdar nerînên xwe parve kir û tekez kir ew ê li kêleka hêzên parastinê bin li hemberî her êrişekê ji derve û gotin ew ê rê nedin tu kesî fitne û tevliheviyê li hermê belav bikin.

Serokê Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Hisên Selmo jî diyar kir ku şêxeşîran di civînê de tekez kir ew piştgirî bidin hêzên parastin û herêmên xwe biparêzin.

Back to top button