Li Efrîna dagirkirî cenazeyê jineke ciwan a ji biyaniyên ku li Efrînê hatine bichkirin, hat dîtin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji hundirê Efrînê dane, duh 24’ê Tîrmehê şêniyên gundê Yazibaxê yê girêdayî navçeya Şera cenazeya jineke ciwan a bi navê Aya Ehmed Şihêd a 25 salî hat dîtin.
Hat hînbûna ku jina ciwan a ku kuştî hatiye dîtin ji gundê Xefiyê yê girêdayî bajarokê Xenasir ê gundewarên Helebê ye.
Lê tu detayên din der barê bûyerê de nehatin zanîn.
Gundê Yazibaxê li nêzî bajarê Ezazê yê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê ye.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xwecihên herêmê û bi taybet jin û zarokan sûcên mîna kuştin, destdirêjî û revandinê pêk tînin.
Tenê di mehên Gulan û Tîrmehê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker destdirêjî li 3 zarokên keç ên bi temenên 10, 13 û 14 salî kirin.
Çeteyan hewl da ciwanê ji Komkujiya Cindirêsê filitiye jî bikujin