Çeteyan hewl da ciwanê ji Komkujiya Cindirêsê filitiye jî bikujin

Çeteyên “Ehrar El Şerqiyê” hewl da neviyê malbata şehîdên Komkujiya Cindirêsê yê ku ji komkujiyê filitiye jî, bikujin.

Şeva 21’ê Adara 2023’an ango şeva Newrozê, li navçeya Cindêrisê ya Efrîna dagirkirî, malbateke Kurd agirê Newrozê pê xist.

Çeteyên ‘Ehrar El Şerqiyê’ yekser êriş kir û 4 ciwan ji heman malbatê şehîd xistin.

Çeteyên heman komê şeva borî bi ser dikana berberiyê ya neviyê malbatê yê ji komkujiyê filitiye Nazmî Osman de girt.

Çeteyan Nazmî êşkence kir û hewl da bi erebeya xwe pêlê bikin û wî bikujin.

Hate ragihandin ku çeteyan dema ew sûc kirine hevoka ‘Berdêl ev e’ gotine.

Li gorî agahiyan, Nazmî Osman ku berê jî nexweşiyên dil pêre hene, bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneya bajaroka Atme ya Idlibê.

Tê destnîşankirin ku ji dema pêkanîna Komkujiya Cindirêsê ve, çeteyên dewleta Tirk a dagirker endamên wê malbatê tengav dikin.

Li gel van kiryaran jî sûcên qetilkirin, revandin, dizî û talankirinê li Efrîna dagirkirî bi dawî nabin.

Back to top button