Partiyên Kurdistanî li Amedê têkildarî salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê daxuyaniyek hevpar dan: Di daxuyaniya partiyan de hate gotin:
“Em Kurd Peymana Lozanê nas nakin û ji bo nasîna mafên gelê Kurd banga yekitiya neteweyî dikin.”
Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê têkildarî salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê li Amedê daxuyaniyek hevpar dan.
Di daxuyaniya hevpar ya partiyan de peyman hate şermezarkirin û wiha hate gotin:
“Ev sed sal e ku dewletên desthilat, bêyî ku îradeya Kurdan li ber çavan bigirin, Kurdistanê kirin çar parçe.
Me vê peymanê qebûl nekir û em ê nekin jî.
Bi armanca bidestxistina Mafê Çarenûsiya Netewî ya gelê me, dê têkoşîna me heta ji betalkirina Peymana Lozanê bidome. ”
Partiyên Kurdistanî diyar kirin ku gelê Kurd tevî hemû êrîş û komkujiyan li çar parçeyan têkoşîna xwe ya ji bo azadiya neteweyî didomîne û gotin: “Di qonaxa niha de yekane mifteya azadiya neteweyî ya gelê Kurd yekitiya neteweyî, diyalog û hevgirtin e.
Em dikarin sedsala 21’emîn bikin sedsala gelê Kurd û gelê bindest.”
“Divên beşdarên Peymana Lozanê, lêborîna xwe ji Kurdan bixwazin”
Her wiha Partiyan diyar kirin ku divê dewletên Peymana Lozanê îmze kirine lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin û piştgirî bidin tekoşîna wan.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî û Tirkiyê hate kirin hebûna gelê Kurd û mafê wê bi awayekî fermî bên naskirin.
Konferansa ‘Em Lozanê qebul nakin’ di roja duyem de bi dawî bû



