Konferansa ‘Em Lozanê qebul nakin’ di roja duyem de bi dawî bû

Di roja dûyemîn a Konferansa Neteweyî, ya li ser rewşa Kurdistanê de beşdaran diyar kirin divê gelê Kurd bi yekitiyê bikeve sedsela nû.
Konferansa li ser peymana Lozanê bi pêşnumeyêkê bi dawî bû.
Di peşnûmeyê de bang hate kirin ku lozan bê betalkirin û statûya Kurdan were. naskirin

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di sedsaliya peymana Lozanê de Konfiransek girîng hate li darxistin.

Konferans di bin dirûşmeya ‘Di Sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê’ de pêk hat.

Ji derveyî PDK’ê ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat zêdetirî 600 nûner beşdar bûn.

“Têkoşîna jinên Kurd dîrokî ye, dikare pêşengtiyê ji Cîhanê re bike”

Di roja duyemîn a konferansê de li ser gelek xalên girîng nirxandin dewam kirin.

Ji Zanîngeha Bremenê Munevver Azîzoglû û berpirsyara Saziyên Jinê yên li Silêmaniyeyê Nermîn Osman mîsyon û pêşketinên jinên Kurd nirxandin

Seher Aydar anî ziman ku têkoşîna xweser a jinên Kurd dîrokî ye û gihîştiye wê astê ku pêşengiyê ji têkoşîna jinan a li cîhanê re bikin.

Ji panelîstan Nermîn Osman jî balkişand ser kevneşopiya têkoşînê ya jinên Kurd û diyar kir ku wan mohra xwe li dîrokê dane.

“Peymana Lozanê bingehê hemû pirskirêkan e”

Li alyê din rewşa gelên Ermen, Asûr û Keldanî” jî hate nîqaş kirin.

Beşdaran diyar kirin ku li Rojhilata Navîn Kurd jî di nav de di bingeha pirsgirêkên hemû gelan de Peymana Lozanê heye.

Ji ber ku di wê Peymanê de mafê gelan hatiye xwarin.

“Divê gelê Kurd bi yekîtiyê bikeve sedsala nû”

Her wiha di konferansê de têkoşînên gelê Kurd ên di sedsala dawî de hate nirxandin.

Kesên ku axivîn diyar kirin ku girîng e gelê Kurd bi kongreya neteweyî û siyaseta yekitiyê bikevin sedsala nû.

Pêşnûmeya Konferansa Lozanê hate eşkerekirin

Piştre bidawîbûna konferansa Lozanê pêşnûmeya wê hate eşkere kirin.

Li gorî wê çend xalên vê pêşnûmeyê wiha ne:

  • Kurd û kurdistanî Peymana Lozanê red dikin
  • Divê Lozan bê betal kirin
  • Divê statûya Kurdan bê pejirandin
  • Ev statuyên xweser yên kurdistanê di nav fermiyeta navnetewî de li nav sîstema ny bê temsîlkirin
  • Dewletên bûne aliyê Peymana Lozanê ji bo telafiya mexduriyeta xelkê Kurdistanê tazmînatê bidin
  • Di serî de NY, YE, Amerîkayê li fişarê dewleta Tirk bikin ku bi rengekî fireh afûya siyasî derxin
  • Ezîdî jî weke aslî yê netewa Kurd di nav kategoriya kêmaniyên ne misilman de bê qebulkirin
  • Mafên ji bo Ermenî, Suryanî, Keldanî hatiye dayîn ji bo Êzîdiyan jî bê dayîn
  • Daxwaz ji dewleta Tirk bê kirin ku di serî de birêz Abdullah Ocalan hemû dîlgirtiyên polîtîk bê berdan

Back to top button