Filma ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ balê dikişîne ser jiyana rojane ya malbateke Kobanê ku bi firotina mast debara xwe dike û guhertin û pêşketina civakîbûna nû ya piştî şer û şoreşê.
Rêger Azad Kaya derhêneriya fîlmê kir ku berhema Komuna Fîlman a Rojava ye.
Dema fîlimê saetek û 23 deqe ye.
Piştî galayê (şahî) xwe ya di sala 2022’yan de li Kobanê li Festîvala Fîlman a Cine Pobre ya Meksîkayê; promiyera xwe ya Cîhanê çêkir.
Di 21. Festîvala Fîlman a Cine Pobre ya li Meksîkayê de ket nav hilbijartina fîlmên xwe-fînansekirî yên cîhanê.
Di Festîvala Doca ya Arjantînî û Festîvala Sosyal Word a Îtalyayê de hat nîşandan.
Di 9. Festîvala Word Fîlm Montevideoyê de Uruguay wek baştirîn fîlma dirêj hat hilbijartin.
Piştre li Japonyayê di nav 1246 fîlman de xelata herî baş a mezin wergirt.
Fîlmê ku rêwîtiya wê ya festîvalê berdewam dike, wê li Kolombiya, Katalonya, Swêd, Almanya, Portekîz, Amerîka û gelek festîvalên din ên ku li benda festîvalê ne, were pêşandan.



