Roja yekemîn a Konferansa ”Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê” bi panela “Peymana Lozanê û encamên wê yên li Kurdistanê” bi dawî bû.
Di panêle dawî de Serokê Partiya Îslam a Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind têkildarî Peymana Lozanê got:
“Hemû dewletên ku Kurdistanê dagir kirine misilman in. Mafên ku dan xwe, nedan Kurdan.”
Serbilind da zanîn ku divê gelê Kurd kongreya xwe ya neteweyî li dar bixe û siyaseta yekîtiyê ava bike .
Piştî axaftinan panela “Peymana Lozanê û encamên wê yên li Kurdistanê” dest pê kir.
Parlementera berê ya HDP’ê Selma Irmak di panelê de nirxandin kir û da zanîn ku ji bo ku sedsala bê bi qirkirinan re derbas nebe, em ê îro li vir biryarên girîng bigirin. Em ê vîn û hêviya xwe eşkere bikin.
Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Bayrak jî destnîşan kir ku yek ji encamên herî mezin ên Peymana Lozanê tinekirina zimanê Kurdî ye ji ber wê yekê giringe gelê kurd bi zimanê xwe biaxive .
Konferans wê îro bipanelên cuda berdewam bike.
https://youtu.be/agXCtV5Ya0E



