Li Lozanê konferansa netewî tê lidarxistin

Li bajarê Lozanê ya Swîsreyê konferansa neteweyî, ya li ser rewşa Kurdistanê tê lidarxstin.
Ji bilî partî û saziyên Kurdistanî ji gelek welatên cuda jî mêvan beşdarî konferansê bûne.
Kesên ku li wir axivîn balkişandin ser mafê gelê Kurd û gotin:
“Divê di sedsala peymanê de gelê Kurd bighên mafê xwe.”
Her wiha di konferansê de peyamên yekgirtiyê hatin dayîn.

100 sal berê li Lozanê paytexta Swîsreyê, bi pêşengiya Îngiltere, Fransayê û dewleta Tirk Kurdistan kirin 4 parçe.

Niha jî li heman cihê Kurdistanî û dostên xwe daxwaza mafê xwe dikin û çalakiyan li dar dixin.

Îro jî Kurdistanî û dostên xwe li Lozanê Konferansa netewî ya dîrokî li dar dixin.

Konferansa ku bi tevlîbûna 600 kesan hatiye lidar xistin wê 2 rojan dewam bike.

Ahmet Karamûs: Wê îradeyeke hevpar derkeve holê

Li ser navê Komîteya Amadekar Hevserokên KNK’ê Ahmet Karamûs axivî û destnîşan kir ku girîng e gelê Kurd di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de encamên vê peymanê li vir binirxîne.

Karamûs destnîşan kir gelê Kurd 100 sal in li hemberî vê peymanê li ber xwe daye û li dijî encamên vê peymanê îradeyeke mezin nîşan daye.

Her wiha Karamûs bal kişand ser girîngiya konferansê û diyar kir ku wê li ser navê gelê Kurd îradeyek derkeve holê.

Şaredarê Lozanê: Em dixwazin bi Kurdan re rûpeleke nû vekin

Şaredarê Lozanê Gregore Jupond jî mafê axaftinê girt û diyar kir di sala 1923’an de li vî bajarî peymanek hatiye îmzekirin û ev yek bingehê neheqiyeke mezin a li hemberî Kurdan e.

Jupond got: “Em dixwazin li vir bi Kurdan re rûpeleke nû vekin.

Em dixwazin vî tiştî li bajarê xwe bibêjin. Mafê gelê Kurd heye ku weke gelên din bijîn.”

Asya Abdullah: Rêber Apo mîmarê vê têkoşînê ye

Hevseroka PYD’ê Asya Abdûllah jî li wir axivî û anî ziman ku Peymana Lozanê destpêka qirkirinên ku li dijî gelê Kurd hatin kirin e.

Asya Abdûllah wiha got:

“Sedsala 21’an sedsala jinê ye.

Sedsala ku me li pey xwe hiştî, sedsaleke ku ji bo Kurdan dersên dîrokî wê werin derxistin.

Li cihê ku mafên gelê Kurd lê hatine înkarkirin, berxwedan heye. Têkoşîn heye.

Rêber Apo mîmarê vê têkoşînê ye.

25 sal in li Îmraliyê li dijî zilmê têkoşîn tê meşandin. Em berxwedan û têkoşîna Rêber Apo silav dikin.”

Remzî Kartal: Di peymana Lozanê de gelê me ji mafê xwe bêpar ma

Hevserokê KONGRA GEL’ê Remzî Kartal jî îşaret bi vê yekê kir ku beriya 100 salan gelên me ji mafên wan bêpar hiştin û got:

“Em welatên ku ev peyman îmze kirine, şermezar dikin.”

Siyamend Mûînî: Divê gelê Kurd li dijî peymanê bibe yekdeng

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî jî anî ziman ji ber Peymana Lozanê Kurd rastî qirkirina erdnîgarî û fîzîkî hatine.

Mûînî bi lêv kir ku divê gelê Kurd li dijî vê peymanê bibin yek deng û li ser bingehê neteweyî têkoşîna xwe bigihîne asteke nû.

Back to top button