Îro Yekitiya Jinên Ciwan a Herema Efrîn û Şehba ji bo biranina Şehîd Ruken û Sara çalakiyekî li derxistin.
Merasîma bîranînê ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê depêkir.
Piştre li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Zelal Efrîn axivî û behsa tekoşîn û fedakartiya her du hevalên şehîd kir.
Her wiha ji aliyê jinên ciwan ve bazingên bi rengê kesk û sor û zer xemilkirî hat belavkirin.
Jinên ciwan a bi navê Rozin Doro ji bo giringiya rojê helebestek xwend.
Merasîma bîranînê bi vêxistina mûmeyan û bi berzkirina dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.