“Platform li dijî hişmendiya ku rojnamevanên jin tune dihesibînin banek ava kir”

Rojnamevanên jin ên kurd li dijî zimanê mêrsalar, zayendperest û tundiyê yê di medyayê de hate avakirin dê di 7’ê Cotmehê de ku salvegera şehadeta Gurbettelî Ersoz ku li Tirkiyê bûye jina ewil a Gerînendetiya Weşana Giştî kiriye dê Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) were avakirin.

Yek ji damezrînerên Komaleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGK) Roza Metîna têkîldarî biryara komelebûn û xebatan de axivî.

Roza Metîna, anî ziman ku bi platformê li dijî hişmendiya rojnamevanên jin tune hesibandin banek avakirine û wiha got:

“Rojnamevanên jin peyama ‘çiqas zext û zehmetî hebin bila hebin em dest ji karê xwe bernadin, em ê li dijî vê têkoşîna xwe zêdetir bikin’ dan.

Me zextên li ser rojnamevanên jin kirine rapor û ji bo pêşxistina rojnamegeriya jinê gelek proje pêşxistin.

Me danişînên dozên rojnamevanên jin şopandin û ji bo hevalên jin ên hatin girtin çalakiyên cuda lidarxistin.”

“Desthilat rojnamevanên jin ên Kurd weke xeterî dibîne”

Roza Metîna, bal kişand zêdebûna zextên li dijî çapemeniya azad û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Rojnamevanên jin ên kurd tevî zextan jî cesarete didin rojnamevanên jin.

Li dijî desthilata yekperest a dibêje ‘yek dewlet, yek milet, yek al’ disekine û têdikoşin.

Desthilat jî rojnamevanên jin ên kurd weke xetere dibîne, hewl dide ji bo qada rojnamevanên jin teng bike.”

Roza Metîna: Em ê xwedî li têkoşîna Gurbetellî Ersoz derkevin

Metîna, anî ziman ku platform dê neyê fesixkirin lê dê bi navê komeleyê xebatên xwe bidomîne û da zanîn ku komele dê di 7’ê cotmehê de bê îlankirin û ev tişt anî ziman:

“7’ê cotmehê salvegera şehadeta Gurbetellî Ersozê ye. Ersoz di qada rojnamevantiyê de xwedî kedeke mezin e. Wê heta dawiyê li ber xwe da û mîrateyeke mezin li pey xwe hişt.

Di bingeha avakirina me ya komeleyê de xwedî derketina mîrateya rojnamevanên jin ên weke Gurbetelî Ersoz ji me re hiştiye heye.

Em bi saya wan heta van rojan hatin. Bi vê minasebetê em bejna xwe li ber keda Gurbetelî Ersoz ditewînin.

Em ê her tim hewl bidin xwedî li vê mîrateyê derkevin. Em ê heta dawiyê têkoşîna wê ji me re hiştiye bidomînin.”

Back to top button