Li Amûdê cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin

Bi boneyê cejna Çarşema Sor ya Êzidiyan . li herêmê çalakî hatin lidarxistin û Çarşema Sor hate pîrozkirin.

Bi boneya cejna Çarşema Sor ya Êzidiyan çalakî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin.

Li gundê Dugirê yê navçeya Amûdê ji aliyê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ve pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Hevserokê Mala Êzidiyan Silêman Hemo di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku Êzidatî ji olên din zêdtir nêzî zanistê ye.

Hevserokê TEV-DEM Xerîb Hiso jî axivî û got: “Gelek wateyên dîrokî yên mezin ên vê cejnê hene.

Li kêleka wateyên olî, ev cejn xwedî gelek wateyên neteweyî ye jî.

Xerîb Hiso bal kişand ser Insiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt anîn ziman:

“Ev Insiyatîf rastiya çareseriya siyasî ya maqûl û rasteqîn îfade dike.

Dawiya pîrozbahiyê, komên stran û şanoyê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Li Şehba Cejna Çarşema Sor hate pîrozkirin

Bi heman boneyê, Êzidiyên Efrînê jî cejina çarşema sor li gundê Meratê ya Şehbayê pîroz kirin

Di çalakiyê de Koma Olî derketin û qewl gotin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Bekir Elo axivî û ev roj li tevahî gelên Cîhanê û yên aştîxwaz pîroz kir.

Endamê rêveber yê mala Êzidyan a Efrînê Hisên Hesen cejin pîroz kir:

Dawiyê, govend hatin gerandin û stran hatin pêşkêşkirin.

Li Helebê jî cejina çarşema sor hat pîrozkirin.

Back to top button