Sûdan-Hêzên piştevaniya lezgîn agirbesta nû erê kir

Hêzên Piştevaniya Lezgîn li ser agirbesteke nû ya 24 saatan erê kir.

Tevî agirbesta yekemîn a ku roja Sêşemê hatibû ragihandin, asta şerê li Sûdanê kêm nebûye.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi daxuyaniyekê ragihand ku ew agirbesta nû erê dikin û bang li Artêşa Sûdanê kir ku pabendî vê agirbestê bibe.

Li gorî daxuyaniyê agirbest îro Çarşemê saat 18,00 dest pê dikeû sibe Pêncşemê saat 18,00 bi dawî dibe.

Agirbesta yekemîn ku herdu aliyên şer bi navbeynkariyeke navdewletî li ser lihev kiribû, duh Sêşemê dest pê kir, lê herdu alî pabendî wê nebûn û şer dewam kir.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî: 300 kes hatine kuştin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ragihand ku di şerê Sûdanê de heta niha bêhtirî 300 kesî hatine kuştin û nêzî 2600 jî birîndar bûne.

Çavkaniyên li ser erdê texmîn dikin ku jimara kuştiyan 500 derbas kiribe, lê ji ber dijwariya şer bîlançoyeke diyar nayê bidestxistin.

Back to top button