Ciwanên Êzidî û Ereb bi meşekî serkeftinên gerîla silav kirin

Ciwanên Êzidî û Ereb yên Şengalê li Xanesorê, bi meşekî piştgirî dan berxwedana gerîlayên HPG-YJA Starê ya dijî dagirkeriya Tirk û serkeftinên gerîlayan silavkirin.

Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb, doh li Xanesorê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana gerîlayên Kurdistanê û silavkirina serkeftinên wan meşek lidar xistin.

Di meşê de pankarta, ‘Em êrişên terorîstî yên Tirk yên li dijî Rojava şermezar dikin’ hatin rakirin.

Meş li ber benda kontrolê ya Asayişa Êzidxanê ya Şehîd Êzdîn destpê kir, heya Baxçeyê navenda Xanesorê dewam kir.

Li vir li ser navê ciwanên Êzidî û Ereb daxuyanî hate dayîn û wiha te gotin:

“Dewleta tirk binketina xwe bi êrişên li ser rojava re dixwaze veşêre

em weke ciwanên êzidî heta dawî bi gelê xwe yê rojava re ne.

Gerîla bi şerê xwe tola hemû gelan hiltîne ku bi salane dewleta Tirk li ser gel zilmê dike.”

Gerîlayan li Zapê careke din êriş birin ser çeperên dagirkeran

Back to top button