Rêjîm bi pêş dikeve û tenê 4 km dûrî Meret Numan e

Bi gurbûna şerê li gundewarên Heleb û Idlibê re, hêjmara kuştiyan jî zêde dibe.
Di şerê 24 saetên dawiyê de, 57 leşkerên rejîma Sûrî û çeteyên dewleta tirk hatin kuştin.
Her wiha rejîma Sûrî gelek gund û bajarok, li gundewarê Idlibê kontrol kirin.
Ji bo bajarê Meret Numan jî tenê 4 km maye.

Hêzên rejîmê li gundewarên Idlibê pêşketinên nû bidest xistin û nêzî bajarê Meret El-Nûman dibe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li eniyên gundewarên rojhilat û başûr rojhilatê Idlib û rojavayê Helebê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de şer dijwar dibe.

Hêzên rejîma Sûriyê pêşketinên nû bidest xist û Til Xetra, Ebû Cirêf, Til Mistêf ê rojhilatê Seraqib û başûrê Meret El-Nûman xist bin serweriya xwe.

Bi vê yekê rejîmê rêya ku Meret El-Nûman bi gundewarên rojhilat ve girêdide qut kir û tenê 4 KM dûrî bajarê stratejîk Muret Numan bûye.

28 leşkerên rêjîmê û 39 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Balafirên şer ên Rûsya jî deverên El-Îs, navenda El-Kemarî, El-Zirbe, Kefer Hemra yê gudewarên Helebê topbaran kirin.

Her wiha helîkoptirên rejîmê gundewarê Idlib û Helebê bi bermîlên teqemeniyê bombebaran kirin.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê derdora 253 êrîş li herêmên navborî pêk anîn.

Di encamê de 39 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Her wiha 28 leşkerên rejîma Sûrî jî mirin.

Rêjîma Sûrî êrîşa çeteyan têk bir, 3 leşker hatin kuştin

Duh jî navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîmê li rojavayê Helebê, êrîşeke çeteyên dewleta Tirk têk bir.

Hat destnîşankirin ku derdora 70 çeteyên dewleta Tirk bi 4 erebeyên leşkerî êrîşî nuqteke rejîmê li herêma Binyamîn a Helebê kir.

Her wiha çeteyan taxên sivîlan topbaran kirin û di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 22 jî birîndar bûn.

Ji hêzên rejîmê jî, 3 leşker hatin kuştin û 8 birîndar bûn.

Back to top button