Li herêmên cûda yên Sûriyeyê di encamê rêzebûyerên ewlehî, di 24 saetên dawîn de 8 kes hatin kuştin.
Li bajarokê El Rehîba yê Şamê Ciwanekî 20 salî ji hêla çekdarên nenas ve hat gulebarankirin.
Ew ciwan di cih de jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Dareyayê jî cenazeyên 2 xwişkan û zarokeke 12 salî di hundirê malekê de hatin dîtin.
Li nêzî bendek kontrolê li bakurê Helebê de endamekî Wezareta Parastinê hat kuştin.
Li derdora gundê Um El Riman ê Siwêdayê ciwanek di encamê teqîna mayînekê de hat kuştin.
Li bajarê Siwêdayê zaroka bi navê Lujeyn Enwer El Qintar.
Piştî ku apê wê benzîn bi ser bedena wê de avêt û agir pêxist, di encamê birîna xwe de jiyana xwe ji dest da.


