Li Kerkûkê êrişek çekdarî: Çalakvana siyasî Firyal Xalid şehîd bû

Careke din jinek pêşeng a Kurd li ser xaka başûrê Kurdistanê bi êrişeke terorane hate şehîdkirin.
Zelal Zagros.
Yek ji jinên pêşeng ên kurde.
31 sal li bêşên cuda yên Kurdistanê xebat kir.
Ji bo doza xwe qadên derveyî welat jî xebatên cuda da meşandin.
Firyal doh li bajarê Kerkûkê di encama êrişek reşkujî ya terorî de şehîd bû.

Duh di saetên piştî nîvro de li dijî jineke têkoşera Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê êrişeke terorî pêk hat.

Di êrişa li taxa Serçinar a Kerkûkê de, jina kurd a pêşeng Firyal Silêman Xalid bi nasnav Zelal Zagros şehîd bû.

2 kesên li ser motorsiklêtê dema nêzî wê dibin êriş pêk tînin.

Ji ber birîna giran, Zelal Zagros şehîd bû.

Êrişkar jî piştî bûyerê bilez ji cihê herêmê reviyan.

Şehîd Firyal Xalid û 31 salên ji têkoşînê têr û tejî

Jina têkoşer û şoreşger Zelal Zagros

Firyal Silêman Xalid di sala 1975’an de li bajarê Amudê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bû.

Piştre malbat derbasî Hesekê dibin.

Zelal di nava malbatek welatparêz de mezin dibe, di temenê xwe yê ciwantiyê de, dikeve nava xebatên rêxistinkirinê.

Di salên 1990 de dest bi xebatên nava gel dike.

Piştî vê jî 1993 soza xwe ya tevlîbûna nava refên tevgera azadiya Kurdistanê dide.

Di 15’ê Tebaxa 1995’an de derbasî çiyayên azad dibe.

Şehîd Zelal a bi xebata xwe dihat naskirin, di her demê de, li cihê dihat xwestin têkoşîn da meşandin.

Bi salên dirêj li derveyî welat jî xebatên rêxistinkinê da meşandin.

Li Ermenîstan 8 sal kar kir.

Piştî wê 2013’an derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe.

Êdî li qadên weke Tirbespiyê, Qamişlo, Minbic û Dêra Zorê kar dike.

Li her bajarekê ku hat rizgarkirin re wê dest bi xebatên gel, li hev anîn, jin, komîn meclîs ku bingehê sistema netewa demokratîk e cihê pêşengiyê kiriye.

Her wiha di xebatên Kongra Star, Kombûna jinan a Zenobya de pêşengî kir.

Armanca wê ya sereke di şoreşa Rojava de ew bû ku bikare paradigma Rêber Apo li her kesê bide nasîn.

Jinên ji hemû pêkhateyan, Kurd, Ereb, Turkmen, Çerkez û Xiristyan zanakirin û xistina nava xebatan hedefa wê bû.

Di her zor û zehmetiyan de wê têkoşîna serxistinê da.

Bi dilnizmî, fedekarî û ruhê fedayîtî bê teredut kar kir.

Di nava saziyên xebata dayî meşandin de, di astên rêveberiyê de kar kir.

31 sal ji têkoşînek dur û dirêj…

Têr û tejî…

Mîrateyek berxwedanê li pey xwe hişt.

Back to top button